Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) piştrast kir ku fermandarê wê Brad Cooper, di rojên dawî de çûye Îsraîlê û bi fermandarê Îsraîlê Lal Zamir re civîyaye.
Peyvdarê CENTCOM'ê Tim Hawkins îro Sêşemê di daxuyanîyekê de got ku di vê serdanê de, ku roja Yekşemê û Duşemê pêk hat, herdu fermandarên leşkerî yên payebilind pêşketinên ku di operasyonên berdewam de ji bo jinavbirina şiyana leşkerî ya Îranê hatine bidestxistin, gotûbêj kirin.
Hawkins got ku wan herwiha pabendbûna xwe ya ji bo "xurtkirina hevkarîya berevanîyê ya Amerîka û Îsraîlê" ji nû ve piştrast kir û girîngîya hevrêzîya berdewam tekez kir.
Medyaya Îsraîlê roja Yekşemê ev serdan ragihand û got ku Cooper û Zamir li ser helmeta xwe ya hevbeş a dijî Komara Îslamî nîqaş kirine. Helmeta hevbeş a ku li gor rojnameya Times of Israel, di rojên dawî de li ser armancgirtina pîşesazîyên çekan ên Îranê rawestîyane.