Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja Şemîyê ragihand ku wan dest bi operasyona paqijkirina mayînan li Tengava Hurmuzê kiriye, di demekê de ku hevdîtinên di navbera Amerîka û Îranê de li Îslamabadê berdewam dikin.
CENTCOM'ê di daxuyanîyekê de got ku du keştîyên şer ên Amerîkî dest bi paqijkirina mayînan li tengava stratejîk kirine.
Du keştîyên Amerîkî, USS Frank Peterson û USS Michael Murphy, ji Tengava Hurmuzê derbas bûne û li Kendava Farisî wekî beşek ji erkeke berfirehtir bo misogerkirina paqijkirina tevahî ya mayînên deryayî yên ku berê ji hêla Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatine danîn, dixebitin.
Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper got, "Îro me dest bi prosesa avakirina rêyeke nû kir û emê di demeke nêzîk de vê rêya parastî bi pîşesaziya keştîyan re parve bikin da ku tevgera azad a bazirganîyê han bidin."
Berî ragihandina CENTCOM'ê, Serok Donald Trump got ku Amerîka "hemû 28 keştîyên danîna mayînan ên Îranî noq kirine" û artêşa Amerîkî dest bi paqijkirina Tengava Hormuzê ji mayînan kiriye.
Malpera Axios, bi îdîaya karbidestekî payebilind ê Amerîkî, ragihand ku ev çalakî bêyî hevrêzîya bi Îranê re hatiye kirin û ji destpêka şer ve cara yekem e ku keştîyên Amerîkî di Tengava Hormuzê re derbas dibin.