Hêzên Amerîkî Keştîyeke Gumanbar li Deryaya Erebî Digirin û Paşê Azad Dikin

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkî li Deryaya Erebî ketin nav keştîyeke bazirganî ku guman hebû hewl dida derbasî Îranê bibe û dorpêça benderên Îranê binpê bike.

CENTCOM roja Sêşemê li ser platforma X'ê got ku hêzên Amerîkî ew keştî azad kir piştî piştrastkirina ku keştî berê xwe nade bendera Îranê.

CENTCOM da zanîn, "Hêzên Amerîkî berdewam bin ku dorpêçê li seranserê Rojhilata Navîn bicih bînin."

Artêşê diyar kir ku heta niha hêzên Amerîkî rêya 39 keştîyan di çarçoveya bicihanîna dorpêçê de guhertine.

Hêzên Amerîkî berê di çend rojên dawî de sê keştîyên girêdayî Îranê desteser kiribûn. Du ji wan tankerên petrolê bûn û yek jî keştîya konteynerê bû. Ev keştî hîn jî di destê hêzên Amerîkî de ne.