CENTCOM: Hêzên Amerîkî Serkirdeyekî Girêdayî El-Qaîde li Sûrîyê Kuştîye

Logoyê CENTCOM'ê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkî di 16'ê Çile de li bakurê rojavayê Sûrîyê êrîşek pêk anîye, ku di encamê de serkirdeyekî girêdayî El-Qaîdeyê kuştîye, ku têkilîyên rasterast bi terorîstekî Daiş'ê re hebûn, ku berpirsiyarê kemînekê bû ku di 13'ê Kanûna 2025'an de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî Amerîkî kuştibûn.

CENTCOM li ser platforma X'ê anî ziman ku “Bilal Hesen Casim serkirdeyekî terorîst î xwedî ezmûn bû ku planên êrîşan dikirin û rasterast girêdayî wî çekdarê Daişê bû, yê ku meha borî li Tedmurê, karmendên Amerîkî û Sûrî kuştin û birîndar kirin.”

Fermandarê CENTCOM’ê admiral Brad Cooper got, "Mirina terorîstê girêdayî mirina sê Amerîkîyan biryardarîya me di şopandina terorîstên ku êrîşî hêzên me dikin de nîşan dide.

"Ji bo kesên ku êrîşî welatîyên Amerîkî û serbazên me dikin, plan dikin an jî îlhama êrîşan didin, cihekî ewle tune ye. Em ê we bibînin," Cooper got.

CENTCOMê nîşan bi wê yekê da ku wê “di bersiva êrîşa 13'ê Kanûnê de li Sûrîyê êrîşên berfireh dest pê kirine. Operasyona bi navê Derbeya Çavê Bazî, bû sedema ku hêzên Amerîkî û hevkarên wan bi zêdetirî 200 teqemeniyên bi hûrgilî li zêdetirî 100 armancên binesazîyê û cihên çekan ên Daişê bixin.”

“Her wiha, di sala borî de hêzên Amerîkî û hevkarên wan li seranserê Sûrîyê zêdetirî 300 endamên Daişê girtine û zêdetirî 20 kesan kuştine, û terorîstên ku ji bo ewlehîya Amerîka û herêmê gefek rasterast çêdikirin ji holê rakirine,” Daxuyanîya CENTCOM’ê got.