CENTCOM: Îdîayên Îranê Derew In, Tengava Hormûzê Vekirî ye

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyanîyekê belav kir û îdîayên Îranê yên derbarê kontrolkirina Tengava Hormûzê û derbasbûna keştîyan red kirin.

CENTCOM’ê îro Pêncşemê li ser platforma X'ê ragihand ku îdîayên rejîma Îranê yên li ser kontrolkirina Tengava Hormûzê derew in.

CENTCOM’ê got ku tevî êrîşên bêsedem ên Supaya Pasdarên Îranê (IRGC), keştîyên bazirganî geşt û derbasbûna xwe berdewam dikin û tengav di bin kontrola Amerîka û hevalbendên wê yên herêmî de ye.

IRGC’ê îdîa kir ku roja Çarşemê keştîyekê ya bi ala Sîngapûrê li Tengava Hormûzê rastî mayîneke deryayî hatiye.

Lê CENTCOM’ê ev îdîa red kir û ragihand ku keştî bi mûşekeke IRGC’ê hatîye lêdan. Keştî di dema qurtalkirinê de binav bû.

Tevî vê êrîşê jî, CENTCOM’ê got ku tevgera keştîyên bazirganî di tengavê de berdewam dike û di 24 demjimêrên dawî de zêdetirî 40 keştî derbas bûne, ji ber ku rêyên sereke ji mayînan paqij in.

CENTCOM’ê eşkere kir ku IRGC’ê îdîa dike ku bi sedan leşkerên Amerîkayê li Urdunê kuştine, lê CENTCOM dibêje ev ne rast e. CENTCOM’ê ragihand ku di meha Tîrmehê de, dema ku hêzên hevkar li dijî êrîşên Îranê li ber xwe didin, sê leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.