CENTCOM Tîmeke Taybet bo Pêşîgirtina Rêkên Bejahî yên Îranê Radigihîne

Brad Cooper, Fermandarê CENTCOM'ê.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) damezrandina tîmeke taybet a peywirê ragihand bi mebesta ku pêşî li Îranê bigire ku rêyên bejahî ji bo veguhestina çek û alavên leşkerî yên pêşketî bikar bîne.

Amîral Brad Cooper, Fermandarê CENTCOM'ê, îro Şemîyê di daxuyanîyekê de li ser X'ê ferman avakirina tîma "Derîyê Hesinî" da, ku ji dora 20 karmendên sivîl û leşkerî pêk tê.

Karmendên nû yên CENTCOM'ê dê bi dezgehên din ên hikûmeta Amerîkayê re hemahengîyê bikin da ku rê li ber tevgera sîstemên çekên pêşketî, teknolojîya du-alî, materyalên qedexekirî û çavkanîyên dahata neqanûnî li seranserê sînorên bejahî yên Îranê û Deryaya Xezarê bigirin.

Cooper got ku "Sazkirina Tîma Peywira Taybet a Derîyê Hesinî dê serkeftina dorpêça me ya deryayî ya bihêz li dijî Îranê xurt bike."

"Xurtkirina hevkarîya CENTCOM'ê bi hevkarên Amerîkî re dê şiyana Îranê ya fînansekirina terorîzmê, nûavakirina kargehên çekan û nûavakirina hêzên wê yên leşkerî bêtir sînordar bike."

Di mehên dawî de, dorpêça deryayî ya Amerîkî rê li ber Îranê girtiye ku nikaribe ji 25 milyar dolarî zêdetir petrola xav derxîne. Tedbîrên tund li deryayê li dijî hemû keştîyên ku dikevin benderên Îranê an jî ji wan derdikevin, berdewam dikin.