CENTCOM Dibêje Hêzên Amerîkî 2 Êrîş li Îraqê Pêk Anîn

Hêzên Amerîjî li Îraqê (Arşîv)

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM)got ku firokên şer yên Amerîkî îro serê sibeha êrîşên pêgir li dijî 2 baregehan li Îraqê pêk anîn.

CENTCOM got ku ew êrîş bersîvdana êrîşên alîyê Îran û komên bi piştevanîya wê yên dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanan e.

Hêzên Amerîkî ji roja Duşemê vir ve du êrîş li dijî çekdarên ku Îran piştgirîya wan dike kirine.

Li gor Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) hêzên wê navendên wan rêxistinên li Îraqê kirine armanc.

Berpirsekî berevanîyê li Pentagonê ji Dengê Amerîka re got ku êrîşên Amerîkî navendeke operasyonê û xaleke fermandarî û kontrolê ya ku ji alîyê koma çekdar Ketaib Hizbullah ya bi piştgirîya Îranê ve tê xebitandin, li nêzîkî Enbar û Curf el-Saqr kirin armanc.

Hêzên Ketaib Hizbullah li her 2 navendan cihgîr bûn ku berpirsê berevanîyê yê Amerîkî got ku wan hêzan piştgirî dane êrîşên vê dawîyê yên li ser bingehên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê.

Berpirsekî berevanîyê herwiha got ku nirxandinên destpêkê nîşan didin ku herî kêm 6 çekdar di her du êrîşan de hatine kuştin

Hêzên Amerîkî roja Duşemê jî êrîş kiribûn ser alîgirên Îranê, yên ku berî çend rojan mûşekeke balîstîk ji cîhekî nêzîk avêt Bingeha Esmanî ya el-Esad li Îraqê.