CENTCOM: Hêzên Amerîkî Êrîşên Dijî Daiş li Sûrîyê Didomînin

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Şemîyê ragihand ku hêzên Amerîkayî di navbera 3 û 12ê Sibatê de 10 êrîş li dijî zêdetirî 30 armancên Daişê li Sûrîyê pêk anîn.

CENTCOM di daxuyanîyekê de got ku ev êrîş beşek in ji kempeyna fişara leşkerî ya berdewam li ser bermahîyên rêxistina terorîst.

Hêzên Amerîkayî binesazîya Daişê û depoyên çekan bi firok û dronên kirin armanc, CENTCOM diyar kir.

Hêzên CENTCOM'ê berê pênc êrîş li dijî navendeke ragihandinê ya Daişê, navendeke lojîstîk ya girîng, û depoyên çekan ji 27ê Çilê heta 2ê Sibatê pêk anîbûn.

Operasyona Êrîşa Çavê Baz (Hawkeye Strike) wekî bersiv hember êrîşa 13ê Çilê Pêşî ya dijî hêzên Amerîkayî û Sûrî li Tedmurê hate destpêkirin. Di encama wê êrîşa Daişê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî Amerîkî hatin kuştin.

Di operasyonên armanckirî yên du mehên dawî de, zêdetirî 50 çekdarên Daişê hatin kuştin yan jî girtin, û bêtirî 100 armancên binesazîya kom terorîst hatin bombebaran kirin.