Pispor dibêjin, peymana bazirganîya azad ya herî mezin ya cîhanê, Hevkarîya Aborî ya Berfireh ya Herêmî (RCEP), ku 1ê Çilêyê da ketiye merîyetê, dikare alîkarîya kompanîyên Asyayî yên girêdayî derfirotinê bike û dibe ku bo dîplomasîyê jî baş be.
Di nav Hevkarîya Aborî ya Berfireh ya Herêmî (RCEP) da welatên di Komela 10 endamî ya Neteweyên Asyaya Başûr (ASEAN) û herwiha Çîn, Japonya, Koreya Başûr, Australya û New Zelandaya hene.
Peyman dê bacên li ser zêdetirî % 90 kelûpelên bazirganîyê qut bike.
Ev tê vê wateyê ku derfiroşer dê zêdetir diravan qezencan bikin bi rêkirina tiştan ber bi welatên din ku bazara girseyî ya Çînê jî di nav de ye.
Aborîyên Endonezya û Vîetnamê, di nav yên din da, bi giranî bi derfirotinê ve girêdayî ne.