Piştî ku rêxistineke Ukraynî,Navenda Azadiyên Sivîl bû hevparê Xelata Nobelê ya Aştiyê Serokatiya Ukraynayê îro Înê got ku gelê Ukraynayê, ku ji meha Reşemê ve di bin êrîşên Rûsî de ye, "avakerên aştiyê" ne.
Serfermandarê Serokatiyê Andriy Yermak li ser medyaya civakî got, "Gelê Ukraynayê avakerê sereke yê aştiyê ye, ku divê em tê de bêyî tundutîjîyê bijîn."