Çekdarên Talîbanê îro Duşemê li kêleka balyozxaneya Amerîkî ya nûke girtî li Kabulê dirûşmên serketinê qîrîyan dema ku ew yekemîn salvegera xwe ya ser desthilatê li Afganîstanê dîyar dikin piştî saleke aloz ku mafên jinan hatin şikandin û krîza mirovahî kûrtir û xirabtir bû.
Tam salek berê, îslamiyên tundrew Kabul girtin piştî êrîşek wekî birûskê ya li seranserê welatî li dijî hêzên hukûmetê, dema ku leşkerên bi pêşengiya Amerîkayê hebûna xwe ya bîst salan di pevçûnek ku bi dehan hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn bi dawî dikirin.
Nimatullah Hikmat, şervanekî ku di 15ê Tebaxa sala borî de ketibû paytextê Kabûlê çend demjimêran piştî ku serokê wê demê Eşref Ganî ji welatî revîya, got "Me erka cîhadê bi cih îna û welatê xwe rizgar kir".
Peyvdarê hikûmetê Bîlal Kerîmî li ser Twitterê got: "Ev roja serketin û bextewariya Misilman û gelê Afganî ye. Roja girtin û serkeftina ala spî ye."
Vekişîna aloz ya hêzên biyanî heta 31ê Tebaxa sal borî berdewam kir û bi deh hezaran kes ber bi balafirgeha Kabulê ve çûn bi hêvîya ku ji Afganistanê derbikevin.
Wêneyên xelkî ku ber bi balafirgehê ve diçûn, hilkişiyane ser balafiran di nûçeyan li çaraliyê cîhanê hatin weşandin.
Rayedaran heta nûke çi şahiyek fermî ji bo pîrozkirina salvegerê eşkere nekiriye, lê televîzyona dewletê got ku ew dê bernameyên taybet biweşînin.
Gelek çekdarên Talîbanê li Meydana Mesûd ya Kabulê, li rex balyozxaneya Amerîkî ya niha girtî, kom bûn, ku lêre wan pankartên spî yên rejîmê nîşan dan.
Lê, ji bo gelek xelkê Afganî, vegera Talîbanê tenê zehmetî zêde kirin, bi taybetî ji bo jinan.
Di destpêkê de, Talîbanê soz da ku guhertinek nermtir ya desthilata tund ya Îslamî bicih biînin.
Lê gelek qedexe li ser jinan hatine danîn da ku li gorî nêrîna tund ya bizava wan ya Îslamê pêkbihêt.
Bi deh hezaran keç ji dibistanên navîn hatine derxistin, di heman demê de jin ji vegera gelek karên hikûmetê hatine qedexe kirin.