Serok Trump û Xanima Yekem li Koşka Spî Pêşwazîyê li Şah Charles û Xanima Wî Dikin

Britain's King Charles and Queen Camilla in the United States for state visit

Serok Donald Trump û Xanima yekem Melania Trump roja Duşemê piştî nîvro li ber Koşka Spî li pêşwazîya Şahê Brîtanîyayê Şah Charles III û Şahjin Camila bûn ku rawestgeha yekem a serdana 4 rojî ya malbata şahane ya Brîtanîye li Amerîkayê.

Şah Charles III û xanima wî Camilla, demek kurt berî saet 3ê piştî nîvro, li bingeha Hevbeş a Andrews, li Marylandê, daketin.

Şah Charles III û Şahjin Camilla roja Duşemê berî li Koşka Spî werin pêşwazî kirin, li bingeha Hevbeş a Andrews ji aliyê zarokên malbatên leşkerî yên Brîtanî yên li Amerîkayê ve hatin pêşwazîkirin.

Di dema daketinê de li firîngehê ji aliyê Seroka Protokolê ya Hikûmeta Amerîkayê Monica Crowley ve hatin pêşwazîkirin.

Li dema gihiştinê di merîsameke leşkerî ya bi heybet de hatin pêşwazîkirin.

Piştî gihiştinê ew ber bi Koşka Spî ve hatin birêkirin û li wir ji hêla Serok Donald Trump û Xanima Yekem Melania Trump ve hatin pêşwazîkirin.

Li Washingtonê, şah Charles û Şahjin Camilla ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump û Xanima Yekem Melania serdana şaneyên mêşhên hingiv kirin ên li baxşeyê Koşka Spî.

USA-BRITAIN/KING

Şah Charles III û Şahjin Camilla dê 4 rojan li Amerîkayê bimînin û dê beşdarîyê di merasîmên pêşwext yên salvegera 250 salîya serxwebûna Amerîka de bikin.

Charles 19 caran serdana Amerîkayê kiriye, ev jî serdana wî ya yekê ya Amerîkayê ye piştî bûye şahê nû yê Brîtanyayê piştî ku diya wî Elizabeth II, Melîka Birîtanyayê koça dawî kirî.