Qesira Buckingham Dibêje Qral Charles bi Penceşêrê Ketiye

Qesira Buckinghamê îro Duşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku Qralê Brîtanya Charles bi kanserê ketiye û ewê beşdarîya li çalakîyên ku ji gel re vekirî neke.

Qral Charles yê 75 salî meha borî jiber mezinbûna prostatê 3 şevan li nexweşxaneyê mabû û di testan de rewişeke din hatibû dîtin.

Li gor daxuyanîya Qesira Buckhingamê, Qral Charles geşbîn e û ew hêvî dike ku piştî geşbûnê vegere ser karê xwe.

Jêderên qesirê dibêjin Qral Charles jibo rê li ber belavbûna nûçeyên derew bigire xwestiye ku nexweşîya xwe ragihîne.

Qral Charles, piştî mirina dêya wî Qralîça Elîzabeth ya Duyê bûbû qral.

Jêder: Reuters