Serbazê dêrîn ê şerê Vîtnamê Charley Whaley berî zêdetirî 60 salan dev ji dibistana navîn berda û 23 salan di Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de xizmet kir.
Whaley ji ber xizmeta leşkerîyê nikarîbû xwendina xwe temam bike.
Lê bi piştevanîya malbata xwe, wî xwe li zanîngeheke xwecihî tomar kir ji bo qedandina xwendina xwe. Li wê zanîngehê ew fêrî bikaranîna komputeran bû û bi salan ji bo armancek ku qet ji bîr nekiribû xebitî.
Whaley ser hêvî û armanca xwe ya qedandina xwendina xwe di jiyê 81 salîyê de got: "Ev armanceke min a kevin bû. Min dixwest bibînim ka ez dikarim bikim. Di dawîyê de min ew kir û giham armanca xwe."
Televizyona Fox News derbarê vê serpêhatîyê hevpeyvînek ligel Whaley kir. Çîroka vî cengawerê dêrîn bala medyaya Amerîkayê kişandîye.