Dr. Dara Mahmud: Îhtîmaleke Xurt e ku Gazên Kîmyayî li Kobanê Hate xebitandin

Di vê demê de ku şerên dijwar li Kobanê didomin, do şev nûçeyeke balkêş ji bajêr belav bû ku gazên kîmyayî li hember Kurdan hatine xebitandin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Dr. Dara Mahmud li ser van îdîayan agahîyên girîng dide.

Birêz Mahmud dibêje, bi dehan sîvîl bi gilîyên wekhev hatine ba wan û li gor nêrîna wan gazên toksîk hatine karanîn.

"Nexweşên ku hatine gilî dikîn ku çavên wan dişewitin, leşa wan diwerime û dixure û serê wan dêşe. Îhtîmaleke mezin gazên kîmyayî hatine karanîn, lê li Kobanê derfet tune ye ku em testan bikin û piştrast bikin çui qewimî."

Your browser doesn’t support HTML5

Dr_Dara_Mahmud_RR