Çîn Biryara Amerîka ya Qedexirina Kompanîyên Wê yên Peywendîyan Rexne Dike

FCC Logo

Wezareta Bazirganîya Çînê îro, Yekşemê, ragihand ku Pekîn bi tundî li dijî biryara Komîsyona Ragihandina Federal a Amerîkî (FCC) radiweste, ya ku gihîştina rasterast a Kompanîyên peywendîyan yên Çînî qedexe dike ji bo gihiştîna hejmarên telefonên Amerîkî.

Biryara FCC ya ku roja Pêncşemê hate ragihandin û li ser fikarên ewlehîya neteweyî hatiye avakirin, dê rê li pêş kompanîyên wekî China Mobile, China Telecom û China Unicom, û alîyên din ên xizmetên li ser bingeha Protokola Înternetê (IP) di nav xwe de dihewîne, da ku ew nikaribin rasterast bigihîjin torên hejmarên telefonên Amerîkî.

Wezareta Bazirganîya Çînê di daxuyanîyekê de got ku rêxistinên birêvebir ên Amerîkî ji bo veqetandina herdu welatan di warên peywendîyan, ragihandina elektronîkî, ceribandin û pejirandinê de zextê dikin. Wezaretê her wiha destnîşan kir ku ev tedbîr li dijî lihevhatina ku serokên herdu welatan encam dane.

Pekîn bang li Washingtonê kir ku biryara qedexeyê betal bike û hişyarî da ku heke gavên pêwîst neyên avêtin, Çîn dê tedbîrên pêwîst bistîne.