Çîn Dixwaze Peywendîyên Xwe bi Ausralia re Rindtir Bike

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi û Serokwezîrê ber yê Australî Malcolm Turnbull

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi îro Înê ragihand ku Çîn dixwaze bi Australîa re peywendîyên xwe jinûve geş bike.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi da zanîn ku "Peywendîyên Çîn û Australîa niha hem bi fersendan hem jî bi dijwarîyan re rûbirû maye, lê bala me li ser rêzdarîya dualî ye û em dixwazin peywendîyan jinûve ava bikin," Reutersê ji zarê Yi ragihand.

Yi herwiha got ku alîyê Çînê hazir e ku bo geşkirina peywendîyan bi rê keve.

Wî bang li karbidestên Australîa kir ku ew jî helwestên xwe yên dijî Çînê biguherînîn.

Wezîrê Çînê herwiha got ku divê Australîa ser cihêrengîyan zêde pêde nêçe û hewil nede ku Çînê bixe bin kontrola xwe.