Li Çîne di Şewateke li Kargeheke Pêlavan de 28 Kes Mirine

Dîmeneke ji şewata li kargehek pêlavan ya li Jinjiang ya li Çînê ku tê de 28 kes mirine, 9’ê Tîrmeha 2026’an.

Ajansa Nûçeyan ya fermî Xinhua ragihand ku îro Pêncşemê li kargehek pêlavan ya li eyaleta Fujian ya li rojhilatê Çînê şewateke derketîye û di encamê de 28 kes mirine.

Serokê Çînê Xi Jinping fermana"xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên berfireh" da. Wî hevdem daxwaz kir ku “di derbarê şewata kujer de demûdest lepirsînek were destpê kirin” û “ji berpirsan bi awayekî tund hesab were pirsîn.”

Sazîya agirkujîyê ya bajêr bî daxuyanîyekî ragihand ku şewat li kargehek pêlavan ya ku girêdayê kompanîya Huiteng a bajarê Jinjiang dest pê kir.

Sedema şewata li kargehê hîn dîyar nebûye.

Hat ragihanin ku dema şewat derketîye, di avahîyê de 237 karker û du mêvan bi giştî 239 kes hebûn.

Li gor Xinhua, 213 kes hatine rizgar kirin, lê 28 kesan jiyanên xwe ji dest dane.

Ajansê got ku xwedîyê kargehê û berpirsên din hatine desteser kirin û hesabên kompanîyê hatine cemidandin.

Jinjiang, bajarê ku agir rû daye, mîna paytexta pêlavan ya Çînê tê zanîn.