Kerry: Îdîayên Karanîna Gazên Kîmyayî Cidî ne û Vekolîna Me Didome

Fotoyeke ji arşîvê

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Înîyê got, ew vekolîna ser hîn raportan dikin ku Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DÎÎŞ) DAÎŞ gaza klorîn (chlorine) li hember hêzên Îraqê kar anî.

Kerry piştî hevdîtina xwe ya ligel hevtayê xwe Koreya Başûrî ji rojnamevana re peyîvî.

“Ez nikarim raportên ku dibêjin DÎÎŞ dijî polîsên Îraqî gaza klorîn kar anî. Ew îdîayên pir cidî ne û em li pirtir agahîyan digerin wan raportana piştrast bikin.”

Roja Çarşemê jî li bajarê Kobanê îdîayên heman rengî hatibûn ku gaza kîmyayî li wê derê hatine xebitandin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Dr. Dara Mahmud li ser van îdîayan agahîyên girîng dabû û gotibû ku bi dehan sîvîl bi gilîyên wekhev hatibûn nexweşxanê.

"Nexweşên ku hatine ba me gilî dikirin ku çavên wan dişewitin, laşên wan diwerimin û dixrin û serên wan dêşin. Em bi vê bawerîyê de ne ku bi îhtîmaleke mezin gazên kîmyayî hatine karanînîn.”

Dr. Mahmud bi bîr anî ku jiber tunebûna laboratuar û derfetên pêşketî, ew nikanin li Kobanê testên pêdivî bikin û piştrast bikin birastî çi qewimîye.