Amerîka Dawî li Programa Çekdayîna Serhildayên Sûrî Anî

Serokê Amerîka Donald Trump biryara dawîkirina programa Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) ya çekdan û perwerdekirina komên serhilda yên Sûrî da.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku biryar berî mehekê, piştî civîna Trump ya ligel Şîretvanê Ewlekarîya Netewî H.R. McMaster û Dîrektorê CIA Director Mike Pompeo, hate dayîn.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders, di preskonferansa roja Çarşemê de red kir ku li ser wê biryarê şîrove bide.

Program di sala 2013'an de, di bin rêvebirîya serokê berê Barack Obama de destpê kiribû ku serhildayên dijî Esad xurt bike û hikûmeta Sûrî bo danûstandinên qedandina şerê navxweyî neçar bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku ji berê de xem û guman li ser bandorbûna wê programê hebû ku çekên ku Amerîka dane wan koman ketibûn destê çekdarên DAIŞ’ê.