Bahoza Brîtanya Geştên Esmanî û Bejayî Radiwestîne

Storm Ciara

Geştên esmanî û yên tirên û gemiyan li Brîtanya hatin rawestandin, bi sedema pêla bayê xurt li seranserî Brîtanya û bakurê Ewrupa ku pêşbîne bigihe astên bagerê.

Bahoza Ciara, li gor navlêkirina nivîsîngeha Met, ajansa niştimanî ya keşûhewayê, pêşbîn bû bez wê bigihe 129 kîlometran di demjimêrekê de. Ajansê 22 huşdariyên lehiyan û 149 huşdariyên çavdêriya lehiyan dan.

Herî kêm 10 kompaniyên trênan huşdariyên rêwîtiyê dan û nêzîkî 20 ên din ji rêwiyan re got ku pêşbîniya derengmayînê bikin, di demkê de ku bahoz renge ziyanê bigihîne têlên elêktirîkê.

Hêlên esmanî yên Brîtanya dema hin geştên navxweyî û Ewrupî li firokxaneyên Heathrow, Gatwick û firokxaneyên bajatê Londonê guherand. Hêlên Virgin hin geştên xwe jinav birin.