Aloziyên Taywanê Tirsa Pevçûna Navbera Amerîka û Çînê li Asyayê Zêde Dike

Piştî şandina hejmarekfirokeyên leşkerî jibo tengavkirina Taywanê di cejna Roja Netewî ya Çînê da, Pekînê rewş nerim kirîye, lê tansîyon hêjta jî bilind e jiber ku gotin û armanca vê bizavê neguhurîye.

Pispor dipejirînin ku pevçûnek rasterast di vê gavê de ne pêkan e, lê jiber ku paşeroja Taywana xweser her ku diçe dibe xeternak dibe, xeletîyek anjî hesabek çewt dikare bibe sedema pevçûnê di dema ku armancên Amerîka û Çînê hevdu nagirin.

Çîn hewl dide ku girava girîng ya stratejîk û sembolîk dîsa bixe bin kontrola xwe, û Amerîka Taywanê di çarçoweya pirsgirêkên berfireh yên ji Çînê da dibîne.

Henry Boyd şirovekarê berevanîyê li Brîtanyayê ji Enstîtuya Navnetewî ya Lêkolînên Stratejîk dibêje "Pêdivîya dijî derketina Çînê fakterek têra xwe xurt e û heke nehê kirin dê wekî xiyanetekê li dijî berjewendîyên netewî yên Amerîkî bihê dîtin."

Çîn Taywanê wekî ya xwe dibîne, û kontrolkirina giravê beşek bingehîn ya ramana siyasî û leşkerî ya Pekînê ye. Rêber Xi Jinping di dawiya heftîyê da dîsa tekez kir ku "yekbûna netewî divêt pêk bihêt, -û bêgoman dê pêk bihêt." Jibo bi cih înana vê armancê Çînê di bîst salên dawî da hêzên xwe yên leşkerî gelek pêşve birîye.

Di bersivê de, Amerîkayê piştgirîya jibo Taywanê zêde kirîye û bi berfirehî bala xwe daye ser herêma Hindo-Pasîfîkê. PeyvdarêWezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price roja Sêşemê tekez kir ku piştgiriya Amerîkayê bo Taywanê "saxlem e", û got "me pir zelalî jî dîyar kirîye ku jibo xurtkirina têkilîyan digel Taywanê em pabend in.

Sîyaseta demdirêj ya Waşîngtonê ew e ku bo Taywanêpiştgiriya siyasî û leşkerî dabîn bike, lê bi eşkere soz nedaye ku wê ji êrişek Çînê biparêze.