Tirkîye Tîmeke Berevanî ya Kîmyayî Dişîne Sînora Sûrîyê

Xwenîşanderekî Sûrî nerazîbûna xwe ser helwesta Amerîka dîyar dike û dipirse, Amerîka çawa nizane kê çekên kîmyayî kar anîye

Ajansa dewletê ya Tirkîyê dibêje, Enqerê tîmeke bi 8 pisporan şandiye ser tixubê Sûrîyê ku çavdêrî bike hemwelatîyên Sûrî yên nexweş û birîndar nebûne qurbanîya êrîşên kîmyayî.

Ajansa Anadolu dibêje, ekîba pisporan li derîyê sînorê ya Cilvegozu hatiye cîh kirin ku derîyê serekî ya navbera Sûrîye û Tirkîyê ye.

Tirkîye ew biryar daye, piştî ku raportên medyayê belav dibin ku di şerê navxweyî yê de, li Sûrîyê çekên kîmyayî hatine xebitandin.