Civata Nûneran Împîçkirina Trump Pejirand

Civata Nûneran ya Amerîka bi dengdanê biryar da ku Serok Donald Trump împîç bike anku wî bi fermî tawanbar bike.

Wê civatê bi sedema ku Trump pêşî li êrîşên ser Kongresê vekirîye û piştgirî daye serîrakirina dijî hikûmeta Amerîkî ew biryar da.

Împîçkirina Trump li Civata Nûneran li hember 197 dengan bi 232 dengan hat pejirandin û ji dengên erê 10 yên Komarîyan bûn.

Piştî biryara Civata Nûneran li ber e peyvajoya darizandinê ya li Civata Senatoran destpê bike ku ew civat niha di destê Komarîyan de ye.

Civata Senatoran di rûniştineke taybet de mijarê gotûbêj dike ku biryara Civata Nûneran rast e yan ne.

Senator, dûre di rûniştineke vekirî de, ser împîçkirinê dengdanê dikin ku divê serok ji kar were dûrxistin yan ne.

Rûniştinên împîçkirinê heta niha hember serokan, dadwerên federalî, senatorek û wezîrekî hikûmetê hatine xebitandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha tenê sê serokên Amerîkî, Andrew Johnson, Bill Clinton û Donald Trump hatibûn împîç kirin, lê Civata Senatoran jibo her sêyan jî biryar dabû ku ew ji kar neyên dûr xistin.

Bi vî awayî Serok Trump dibe serokê yekê ku ji alîyê Civata Nûneran ya Amerîkî ve du caran tê împîç kirin.