Civîna "Tirkîye Diaxife" li Dîyarbekirê Hate Kirin

Serokê Parlamentoya Tirkîyê Cemil Çiçek bi beşdarên civînê re ye

Roja Yekşemê civîneke bi navê “ Tirkîye Diaxive” hate kirin ku bi beşdarîya 370 kesan li Dîyarbekirê hate kirin.

Civîn ji alîyê Weqfa Lêkolînên Polîtîk û Ekonomîk yê Tirkîyê (TEPEV) di çarçoveya xebatên qanûna bingehîn ya nû de pêk hat.

Heman civîn, berîya Dîyarbekirê li Enqere, Konya û li Edîrneyê jî hatibûn çêkirin.

Serokê Parlamentoya Tirkîyê Cemil Çiçek jî beşdarî civînê bû û got, cara yekê ye ku partîyên sîyasî, gel jî dike nav xebatên avakirina qanûnê.

Serokê parlamenê dîyar kir ku qanûna bingehîn ya nû de wê daxwazên civakî jî cîh bigirin û ev qanûn dê pirsgirêkan çareser bike ne ku bibe sedema pirsên nû.

Cemil Çiek destnîşan kir ku qanûna bingehîn ya heyî temenê xwe tijî kirîye û êdî bi kêrî Tirkîyê nayê.