Clinton: Şerê Dijî Terorê li Afganistanê dê Berdewam be

Hillary Rodham Clinton.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton soz da ku Washington dê berdewam be li şerê dijî terorê li Afganistanê, di ser hindê ra ku hêzêt xwe li wî welatî kêmtir .

Birêz Clinton ev têbînî dan di gotarekê de li bajêrê Çennay li Hindistanê ku seredana xwe ya du rojî bo wî welatî bi dawî anî.

Wezîra Derve ji çekdarên Afganî xwest ku zêdegavîya nekin û têkeliyêt xwe ligel El-Qayde bibrin, û bi qanûna Afganî pêgîr bin.

Wê herwiha got, proseya aştbûşnê li Afganistanê li ser piştevanîya Hindistan û Pakistanê dimîne.