Clinton: Şerê li Dijî Terorê Wê Berdewam Be

Hillary Rodham Clinton.

Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton dibêje, şerê li dijî El Qayde û komelên teroristî wê berdewam be piştî kuştina rêberê terorist Usame Bin Ladin.

Clinton got, hikûmeta Amerîkî dê berdewam be li şerê xwe li dijî Talîbanê li Afganistanê. Lê Wezîra Derve got ku Talîban dikare dest ji El Qayde berde.

Rêberê El Qayde, Bin Ladin, di operasyoneka hêzên Amerîkî de li Pakistanê hate kuştin.