Colanî Dibêje Wê Hemî Komên Serhildayan Werin Belav Kirin

Serokê Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) Ebu Mihemed El Colanî, ku navê wî yê rast Ehmed El Şeraa e, dîyar kir ku ewê komên serhildayan yên Sûrîyê werin belav kirin.

Şeraa, ku di ketina Beşar Esad de rêberî kiriye, jibo pêkhateyên Sûrîyê û hikûmetên derve dixwaze nîşan bide ku karbidestên demkî yên welêt wê berevanîya hemî Sûrîyan bikin û sazîyên dewletên biparêzin.

Ew do Duşemê bi rêberên Durzîyan re kom bû û dîyar kir ku ewê hemî komên serhildayan werin belav kirin û ewê şervan ji alîyê Wezareta Berevanî ve werin perwerde kirin.

Wî ji Telegramê got ku ewê herkes li gor berpirsîyên xwe yên qanûnî tevbigere.

Şeraa ser Sûrîye ya ku pir etnîk û mezhebî ye got ku pêdivîya wê bi yekîtîyê heye.

Serokê HTŞ’ê dîyar kir ku jibo dadmendîya civakî divê di navbera dewletê û hemî olan de peymaneke civakî çêbibe.

Jêder: AFP