Êrîşkerê Ser Şîva Peyamnêrên Koşka Spî Tê Dadgehkirin

Cole Tomas Allen

Cole Thomas Allen, êrîşkerê li şîvxwarina salane ya Peyamnêrên Koşka Spî li Washingtona paytext, roja Duşemê bi sûcdarîyan re li dadgehê rû bi rû dimîne.

Sûcên ku arasteyî wî werin kirin hêjî bi fermî nehatine ragihandin, lê dozgera Washingtonê Jeanine Ferris Pirro ji Reuters re got ku Allen bi êrîşa li ser polîsekî û bikaranîna çekê di dema tawanek tundûtûj de hatiye tawanbarkirin.

Wezîrê Dadê bi wekalet Todd Blanch berê ji rojnamevanan re gotibû ku lêpirsîn hîn jî berdewam dikin ka çi sûcdariyan li dijî Allen werin kirin, lê ew niha bi du tohmetên bikaranîna çek û êrîşa li ser polîsekî tê tawanbarkirin.

Tê çaverêkirin ku rûniştina roja Duşemê kurt be. Di wê rûniştinê de, dadwer dê Allen ji mafên wî yên qanûnî agahdar bike û dûv re tê payîn ku dozger, an nûnerên dozger, daxwaza girtina Allen bikin da ku lêpirsîn li gorî belgeyên ku ew pêşkêşî dadgehê dikin berdewam bike.

Li piranîya welatên cîhanê, polîs û hêzên ewlehîyê bêyî biryara dadgehê nikarin tawanbarekî ji 24 demjimêran zêdetir bigirin. Ji ber vê yekê, di vê rûniştinê de, divê nûnerên dozger dadwer razî bikin ku parastina û berdewamîya lêpirsînê hewce dike ku bersûc di girtîgehê de bimîne û heke bi kefalet were berdan, xeterîya revê heye.

Roja Yekşemê, 26ê Nîsanê, Cole Thomas Allen, yê 31 salî, ku ji Torrance, ya California e, êrîşî şîvxwarina salane ya Peyamnêrên Koşka Sipî li Washingtona paytext kir, ku bi şêweyekî lezgîn hêzên ewlekarîyê ew girt û rewş kontrol kir.