Amerîkî Îro Roja Columbus û Roja Gelên Resen Pîroz Dikin

Amerîkîyên Resen yên li New Yorkê bi kincên xwe yên rengûreng vê rojê pîroz dikin (Arşîv)

Amerîkî îro Duşemê Roja Columbus û Roja Gelên Resen (Indigenous Peoples’ Day) pîroz dikin.

Roja Columbus ji sala 1971’an vir ve her sal Duşema duyê ya meha Cotmehê wek Roja Columbus tê pîroz kirin.

Ev roja behnvedana federalî hatina gerok Christopher Columbus ya parzemîna Amerîka ya di sala 1492’an de bi bîr tîne.

Di salên dawîyê de dengên dijber derdiketin ku bi hatina Ewrupîyan gelek xirabî hatibûn ser gelên resen ku berê li parzemîna Amerîka dijîyan.

Wek bersîva wan rexneyan, Serokê Amerîkî Joe Biden di sala 2012an de fermaneke qanûndêr (executive order) derxist ku ev roj herwiha wek Roja Gelên Resen jî were pîroz kirin.

Armanca Biden ew bû ku xizmet û rola Amerîkîyên Resen anku Amerîkîyên Xwecîhî, ku gelek salên gelek anku Xwecîhî ku gelek salên berê ji hatina Christopher Columbus Amerîkayê, li ser vê parzemînê dijîyan.

Serok Biden gotibû ku ew bi vê biryarê rûbûrûyê dîroka bi êş ya Amerîkîyên Xwecîhî û kiryarên hovane yên Ewrupîyan yên ser Amerîkîyên resen dibin.

Biden gotibû ku qebûlkirina bûyerên tahl yên dîroka Amerîkî mezin û hêzbûna wan e ew ronahî tînin ser wan bûyerên reş ku ewê bikaribin gavên avaker bavêjin.

Tevî ku Roja Gelên Resen ne behnvedaneke federalkî be jî bi dehan eyaletên Amerîkî vê rojê bi fermî qebûl dikin û wek alternatîfa Roja Columbus pîroz dikin.