CENTCOM: Cooper Serdana Xwe ya Hêzên Amerîkî û Şeş Welatan Bidawî Dike

Adm. Brad Cooper, Fermandarê CENTCOMê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di hesaba xwe ya X'ê de êvarîya roja Çarşemê peyamek weşand û got "Îro Admîral Brad Cooper, fermandarê CENTCOMê, di 15 rojên dawî de duyemîn serdana xwe ya Rojhilata Navîn temam kir."

CENTCOM dibêje "Wî li şeş welatên cuda bi hevkarên herêmî re li Rojhilata Navîn hevdîtin çêkirin û serdana leşkerên Amerîkî kir yên li herêmê erka leşkerîyê encam didin."

CENTCOM di peyameke din a di hesaba xwe ya X'ê de dîmenên keştîya cengê ya firokhilgir 'USS Abraham Lincoln' weşandin ku di dorpêça li ser benderên Îranê de çalakîyên xwe berdewam dike.

Ew dibêje, "Bi hezaran hêzên deryayî yên Amerîkayê di nav de deryavan û leşkerên Amerîkî li ser keştiya USS Abraham Lincoln (CVN 72) li derya Erebî, erka dorpêça ser benderên Îranê bi şêweke çalak berdewam dikin."

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dîsa îro Çarşemê ragihand ku di 48 demjimrên borî de ti keştî dorpêça Amerîkî binpê nekirine.

Ji hejî gotinê ye ku Rojnameya Washington Post roja Çarşemê ragihand ku di du hefteyên bê de dê zêdetirî 10 hezar leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn werin bicihkirin.