Nêzî 200 Welat li COP28 Ser Kêmkirina Şewitên Fosîl Hevbîr Bûn

Dîmeneke ji rûniştvana dawî ya COP28 li Dubaî, 13 Berfanbar,2023.

Nûnerên nêzî 200 welatan li Hilcivîna Jingehê ya Neteweyên Yekbûyî ya 28’an (COP28) li Dubaî îro Çarşemê hevbîr bûn ku bo çareserîya krîza avûhewayê ya cîhanî dest bi kêmkirina karanîna şewita fosîl bikin.

Piştî, gotûbêjên dirêj yên li COP 28 ku bi mazûvanîya Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî li Dubaî hat darxistin, ser daxuyanîya dawî îro lihevkirinek ava bû.

Bi guherîna beşa ku li ser kêşe hebûn, civaka navnetewî cara yekê hevbîr bû û herwiha bang kir ku hemû welat "ji karanîna şewita fosîl xwe dûr bixin".

"Di sîstemên enerjîyê de pêdivî ye ku em xwe ji karanîna sotemenîyên fosîl dûr bixin," daxuyanîya dawî ya COP28 got.

Serokê COP28 Sultan el-Cabir, bo sînordarkirina germahîya cîhanî di 1.5 pileyî de, peyman wek "pakêta tedbîrên dîrokî" bi nav kir. Lê, wî bi berdewamî bal kişand ku serketina peyamanê ya rastîn wê bi pêkanîna pîvanên wê dîyar be.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) Antonio Guterres jî bi peyameke ji ser X’ê pêşwazîya peymana COP28 kir.

"Zanistî ji me re dibêje ku bê devberdana sotemenîyên fosîl, em nikarin bigêhîjin armanca sînordarkirina germahîya cîhanî di 1.5 pileyî de. Ev ji hêla koalîsyonek mezin û berfireh ya COP28 ve hate pejirandin," Guterres got.

Li gor zanyaran, biryara îro ya 200 welatan li COP28, ji veberhêner û sîyasetvanan re peyamek xurt dişîne ku cîhan di xwesteka xwe ya têkbirina sotemenîyên fosîl de yekgirtî ye.

Zanyar dibêjin ku kêmkirina sotemenîyên fosîl bo çareserîya krîza avûhewayê hêvîya herî baş a dawîn e.

Li gor pênasekirina zanyarî komir, petrol û gaza xwezayî mîna şewat yan şewita fosîl têne bi nav kirin.

Herwiha ew bal dikşînîn ku peymana COP28 nîşana bidawîbûna serdama karanîna petrol ye.

Hat ragihandin ku daxuyanîya dawî ya ji 21 rûpelan pêk tê, di nava du hefteyên ku COP28 berdewam kir de, jiber lihevnekirinan sê caran hat nûve kirin ku herî dawî îro hat qebûl kirin.

Di wan 21 rûpelan de de peyva "petrol" bi ti şewazê nehatîye kar anîn, lê "sotemenîyên fosîl" du caran tê dîtin.

Hevdem, daxuyanîya dawî ya COP 28 de, de tê xwestin ku heta 2030’an kanîna kanîna enerjîya tê nûvekirin sê caran û di heman heyamê de karîgerîya enerjîyê du qat werin zêdekirin.

Jêder: Reuters, X