Welatîyekî Amerîkî ku li Afganistanê Girtî Bû Vedigere Welatê Xwe

Koşka Sipî roja Çarşemê pêşwazî li vegera welatîyekî Amerîkî kir piştî ku zêdetirî salekê ji alîyê Talîbanê ve li Afganistanê wekî dîl hatibû girtin.

Dennis Coyle, lêkolerê Amerîkî yê 64 salî ku di Adara 2025'an de ji alîyê Talîbanê ve hatibû girtin, roja Sêşemê hate berdan. Coyle gihîşt bingeheke leşkerî li Teksasê û ji hêla endamên malbata xwe ve hate pêşwazîkirin.

Malbata Coyle îdîayên Talîbanê yên derbarê xebatên wî yên îstîxbaratê red dike.

Azadkirina Coyle tê du hefteyan piştî ku Amerîkayê Afganistan wekî sponsera girtina neqanûnî destnîşan kir.

Xuşka Coyle, Molly Long, got ku îro "rojeke mezin" bû û spasîya Serok Donald Trump û karbidestên din kir ku ji bo azadkirina Coyle xebitîn.

"Gelek kesan ji bo malbata me dua kirin û piştgirî dan me, û em ji kûrahîya dilê xwe ji bo vê rojê spasîya her kesî dikin," Long got.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Sêşemê di daxuyanîyekê de got ku berdana Coyle gaveke erênî bû ji hêla Talîbanê ve. Wî herwiha bang kir ku demûdest welatîyên Amerîkayî Mehmûd Hebîbî, Paul Overby û hemû Amerîkayên din ên ku "bi neheqî hatine girtin" serbest werin berdin.

Hebîbî sala 2022'an li nêzîkî Kabulê ligel 29 karmendan li nav kompanîya ku lê kar dikir hate girtin. Kesên din paşê hatibû azadkirin.

Overby jî di dema lêkolîna ji bo pirtûkekê de li herêma Xost a Afganistanê sala 2014'an winda bû.