Di Roja Borî de 1100 Amerîkîyên Din jiber Korona Mirin

Florida

Ajansa Reutersê ragihand ku di 24 seatên dawî de pirtir ji 1,100 mirinên ji COVID-19 li Amerîka hatin tomar kirin.

Ajansê bal dikşîne ku ev roja sêyan ya serhev e ku di vê asta bilind de mirin li başûr û rojavayê Amerîkayê diqewimin.

Li seranserê Amerîka roja Pêncşemê 1,118, roja Çarşemê 1,135 û roja Sêşemê jî 1,141 mirin hatibûn tomar kirin.

Tevî ku hejmara mirinên li Amerîkayê hefteya duyê ye serhev de bilind dibe jî, ev rêja dîsa jî di bin hejmara meha Nîsanê ye ku rojane bi giştî 2,000 kes ji vîrusa korona dimirîn.

Li gor Reutersê, ji meha yek Rêbendanê vir ve, ku hîngê pêketina yekê hatibû tomar kirin, roja Pêncşemê li Amerîka bi tevahî pirtirî 4 mîlyon pêketinên vîrusa koronayê çêbûne ku ew jî bilindbûna pandemîyê nîşan dide.

Li gor hejmaran, Amerîka piştî 98 rojan giheştibû mîlyonek pêketîyên piştrastkirî yên ji COVID -19ê, lê tenê di 16 rojan de hejmar bilind bû û ji 3 mîlyonan giheşt 4 mîlyon kesan.

Ew hejmar dîyar dike ku bi kêmî ve yek ji 82 Amerîkîyan di dema pandemîyê de bi vîrusê ketine.

Hejmara navgîn ya pêketîyên nû li seranserê welat serê her demjimêrê pirtir ji 2,600 bilind dibe û ew jî li cîhanê rêjeya herî bilind e.

Di dema ku hêlîna nexweşîyê li Amerîka ji New Yorkê ber bi Başûr û Rojavayê welat belav dibe bo, di navbera karbidestên federalî, eyaletî û yên xwecîhî de derbarê sistkirina bergirîyên ser Amerîkîyan û karsazîyan nakokî berdewam dikin.