Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro ragihand ku di sala 2024’an de li seranserî cîhanê hejmareke rekorî ya rojnamevanan hatine kuştin û Îsraîl ji % 70 van kuştinan berpirs e.
"Sala borî herî hindik 124 rojnamevan li 18 welatan hatin kuştin, ku ew sal ji dema ku CPJ berî oirtir ji 30 salan dest bi belgekirinê kir, sala herî kujer ya jibo rojnamevan û xebatkarên medyayê bû. Û ew jî encama asta bilindbûna pirgirêkên navnetewî, alozîyên sîyasî û tawankarîyên li seranserî cîhanê ye.”
Zêdebûna kuştinan ya asta cîhanê, ku ji sala 2023’yan ji % 22 zêdetir e, bi giranî girêdayî şerê Îsraîl-Gaza ye û bûye sedema mirina 85 rojnamevanan.
“Piranîya kesên hatin kuştin, 82, Filîstînî bûn. Di sala 2024’an de, bi kuştina 6 kesan, Sûdan û Pakistan di rêza duyê de bûn û li Sûdanê, şerê navxweyî yê wêranker bû sedema mirina bi hezaran û derbiderbûna mîlyonên kesên din."
CEO’ya CPJ, Jodie Ginsberg got ku îro di dîroka CPJ de dema herî xetern ya rojnamevanî ye.
"Şerê li Gaza di bandora xwe ya li ser rojnamevanan de bê mînak e û xirabtirbûneke mezin di normên cîhanî yên ser parastina rojnamevanan li herêmên pevçûnê nîşan dide, lê ew der ne tenê cîh e ku rojnamevan di xeterîyê de be, metirsîyê de ne. Pêzanînên me nîşan didin ku rojnamevanên li seranserî cîhanê di bin êrîşan de ne," Ginsberg got.
CPJ’ê dîyar kir ku di sala 2024’an de li cîhanê herî kêm 24 rojnamevan jiber karê xwe, bi zanebûn hatine kuştin.
CPJ li Gaza û Lubnanê 10 bûyer belge kirin, ku rojnamevan ji alîyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin. Di sala 2024’an de 14 kuştinên rojnamevanan li Haîtî, Meksîko, Pakistan, Myanmar, Mozambîk, Hîndistan, Îraq û Sûdanê pêk hatin.
Li herêma Amerîkaya Latîn û Deryaya Karayîb, sala borî li Meksîko 5 kuştin çêbûn û ew dewlet jibo rojnamevanan wek yek ji welatên herî xeter yên cîhanê dimîne.
Li gor CPJ, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa sala çûyî herêma ku herî zêde rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin e û 97 kuştin anku ku % 78 kuştina rojnamevana li wir qewimîne.
CPJ bal dikşîne ku bûyerên piştî rûxandina rejîma Beşar Esad ya 8’ê Berfanbarê, li Sûrîyê 4 rojnamevan hatine kuştin, ku nîşana vegera êrîşên kujer yên li wî welatî ye. Sûrîye xwedî yek ji tomarên herî xirab yên azadkirina kujerên rojnamevanan e.
CPJ da zanîn ku di sala 2025’an de kuştinên rojnamevanan bi lezûbezî berdewam kirin û di hefteyên pêşîn yên salê de herî kêm 6 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin.