CPJ Bal Dikişîne Ser Rewişa Rojnamevanên Kurd 

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) rapora xwe ya salane weşand.

Rapora CPJ’ê dide zanîn ku di 2022yan de 5 welatên ku rojnamevan herî zêde xistine girtîgehê, bi rêzê Îran, Çîn, Myanmar, Tirkîye û Belarûs in.


CPJ’ê di raporê de bal kişand ser 25 rojnamevanên Kurd ku di mehên borî de li Tirkîyê hatibûn girtin.

Bi girtina wan rojnamevanên Kurd, ku bo Jin News û Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya û hin şîrketên produksîyonê yên li Ewrupa dixebitin, li Tirkîyê hejmara rojnamevanên girtî giheştiye 40 kesan.

Parezerên rojnamegerên Kurd ji CPJ’ê re dîyar kiriye ku ew rojnamevan bi peywendîyên ligel Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) têne tawanbar kirin.

Li gor CPJ’ê, rewişa medya li Tirkîyê piştî hewildana darbeyê ya 2016’an ber bi asteke xerab ve diçe.

CPJ dide zanîn ku her çiqas li Tirkîyê hejmara rojnamevanên girtî li gor sala darbeyê daketiye jî, rewişa medya jiber sirgûnan, girtina rojnameyan û derxistina ji kar xirab bûye.

CPJ dibêje ku çaverê ye Tirkîye di 2023yan de hilbijartinên giştî çêbin û dibe ku berî hilbijartinan givaştina ser medyaya wî welatî zêdetir bibe.