Cuomo: Li New Yorkê jî Cureya Nû ya Vîrusa Korona Hat Dîtin

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo dîyar kir ku li eyaleta wan cureya nû ya vîrusa korona, ku cara pêşî li Brîtanya hatibû dîtin, hatiye tespît kirin.

Cuomo dîyar kir ku cureya nû ya vîrusa korona li bajarokekî li başûrê Albany li ser mêrekî temenê wî li dora 60’î ye hatiye dîtin.

Wî da zanîn ku ew nexweşê rewişa wî niha rindtir dibe ti rêwîtî nekiriye.

Pispor dibêjin ku pêketinên cureya nû ya vîrusa korona yên li ser kesên rêwîtî nekirine hatine dîtin nîşan didin ku ew vîrus di nav komên însanan de çêdibe û belav dibe.

Li New Yorkê bo tespîtkirina cureya nû ya vîrusa korona heta niha bi qasî 5 hezar test hatine kirin û bi tenê pêketinek hatiye tomar kirin.

Cuomo got ku bi wê cureya nû ya vîrusê ya bi mutasyonê çêdibe ger nexweşxane jinûve tije bibin û li herêman karantîn werin ragihandin ku ewê li ser rewişa nû nirxandinên berfireh bikin û biryarên nû bidin.

Di rojên borî de, ji nav eyaletên Amerîka Colorado, Florîda û California pêketinên cureya nû ya vîrusa korona ragihandibûn.

Cureya nû ya vîrusa korona cara pêşî di 13'ê Berfanbarê de li Brîtanya hatibû dîtin. Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson do Duşemê dîyar kiribû jiber belavbûna cureya nû ya vîrusê ewê heta nîvê Sibatê di karantîna giştî de bimînin.