Keştîyeke ku Nêzîkî 270 Kes tê de bûn li Peravên Bakurê Qubrusê Binav bû

Medyaya Qubrusa Tirkî ragihand ku keştîyeke rêwîyan ku nêzîkî 270 kes hilgirtibû îro Yekşemê li peravên bakurê Qubrusê binav bûye û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Şaredarê Kyrenia Murat Şenkol ji CNN Turk re got ku ji 258 rêwîyên di keştîyê de tîmên rizgarkirinê gihîştine 159 rêwîyan.

Li gor Rojnameya Kyresia keştîyê nêzîkî çar kîlometreyan dûrî peravê bû dema avê hate di nav de.

Rojnamê diyar kir ku ambulans ji bo cihê bûyerê hatine şandin.