Rêberên welatên Rojavayî roja Pêncşemê salvegera 80'î ya operasyona D-Day li beravên bakurê Fransayê bi bîr anîn.
Operasyona D-Day ku li beravên bajarê Normandy yê Fransayê pêk hat, destpêka kempeyna welatên Rojavayî bû jibo rizgarkirina Ewrupayê ji dagîrkerîya Nazî.
Bîranîna îsal di demekê de tê ku bêtirî du salan ser şerê li Ukraynayê derbas bûye piştî ku Rûsya kempeyna dagîrkirina wî welatî destpê kiribû.
Serokê Amerîkî Joe Biden, Şahê Brîtanya Charles, Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau û Serokê Fransa di helkefta roja Pêncşemê de beşdar bûn.
Biden got ku di salvegera 80'î de ew ligel 41 leşkerên dêrîn yê Şerê Cîhanê yê Duyê kom bû.
“Bi hev re em qurbanîya wan bibîr tînin û dîsa pabendîya xwe jibo paşeroja ku wan şer jibo wê kiribû dupat dikin, paşerojek ku li ser bingeha azadî, demokrasî, wekhevî û derfeta jibo her kesî ye,” Biden di postekê de ser platforma X got.
Şah Charles yê Brîtanya jî got ku “em wê dersê di ser dehên salan re dîsa bibîr tînin: divê welatên azad jibo dijatîya zordarîyê bihev re bin.”
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî di axaftinekê de got ku divê cîhan piştgirîya demokrasîyê bidomîne.
“Îro demokrasî li jêr gefeyan e. Ew ji alîyê wan dijminan ve tê gefe kirin ewên ku dixwazin sînoran jinûve çêbikin. Şêweyê jiyana me ne bi tasaduf hat û dê bê hewildan berdewam neke,” Trudeau got.
Di merasîmên bîranînê de, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî tevlî rêberên Rojavayî li Normandy bû. Ev helkeft dê nîşaneke sembolîk be ku çawa karibe Ukrayna axa ji Rûsyayê bistîne.
Ti karbidest û rêberên Rûsyayê jibo vê bîranînê nehatine vexwendin. Ev jî nîşana ku jiber dagîrkerîya Ukraynayê ve, Moskow ji alîyê Rojava ve hatiye dûrxistin, tevî ku Yekîtîya Sovyetê roleke girîng di têkbirina Nazîzmê de hebû.
Hinek agahîyên vê nûçeyê ji AFP hatine wergirtin.