Civata Senatoran ya Amerîka David Satterfield Wek Balyozê Nû yê li Tirkîyê Pejirand

David Satterfield dibê balyozê np yê Amerîka li Tirkîyê

Civata Senatoran ya Amerîka îro Înê David Satterfield wek Balyozê Amerîka li Enqerê pejirand.

Li ber e ku Satterfield di demeke kin de here Enqerê û dest bi kar bike.

Serokê Amerîka Donald Trump, Satterfield di meha Sibatê de bo balyozbûnê kiribû berbijar.

Komîteya Peywendîyên Derve yên Civata Senatoran di 11’ê Nîsanê de Satterfield guhdar kiribû û di 3’yê Gulanê de ew pejirandibû.

Satterfield, di îfadeya xwe de gotibû ku ‘’Tirkîyê bi sitandina S-400 bo bernamaya xwe ya F-35 metirsî çêkir, ger ez bibim balyoz ezê hewil bidim ku Tirkîye biryara rast bide’’

Balyoz Enqerê yê berê John Bass di Cotmeha 2017’an de karê xwe temam kiribû û piştî bi qasî sal û nîvekê ti balyoz nehatibû erkdar kirin.