Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê daxwaza Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya ser redkirina dadwer nepejirand.
Medyaya Tirkîyê dide zanîn ku Dadgeha Qanûna Bingehîn bo delîlên nû 30 roj dem daye.
Serdozger Bekir Şahin bo girtina HDP’ê di 7’ê Hezîrana 2021’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû.
Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwazên ser delîlên bo du parlamanteran nihêrîbû û biryar dabûn ku ew dosya wek delîl bikevin dozê.
HDP’ê ser endama dadgehê Îrfan Fîdan redkirina dadwer xwestibû.
Dadgeha Qanûna Bingehîn ew daxwaz nepejirand û bo delîlên nû jî 30 roj dem da.