Dadgeheka Rûsî ferman da kompaniyeka Internetê, malpera Youtube û çar malperên din blok bikin ji ber belav kirina babetên tundrê, her wek dozger dibêjin.
Dadgeha bajarê Komsomolsk-on-Amur li rojhilata welatî fermana berbend kirina wan melperan da piştî hikûmetê dozeka qanûnî li dijî kompaniya Rosnet ya Internetê vekir.
Medyaya Rûsî radigehîne ku vîdyoyeka tundrê ya bi zimanê Rûsî li ser Youtube hatiye belav kirin ku çend beşên kitêba Mein Kampf ya Adolf Hitler bi xwe ve digire.
Kitêba Mein Kampf li lîsta kitêbên tundrê yên berbendkirî ye li Rûsya. Di wê vîdyoyê de, wêneyên piştevanî kirina neteweperistiya tundrê ya Rûsî û şermezar kirina Îslam, Îsraîl, Amerîka û NATO-yê hatîne belav kirin.