Berdevkê DAIŞê Gefa Êrîşan Dixwe

Di peymeke deng de berdevkê Daişê xwe dinasîne gef wê yekê xwar, ku dê êrîşên wê rêxistinê li Iraqê zêde bibin û vîrusa koronayê jî weke belayeke xwedê bo ser welatên rojavayî bi nav dike.

Berdevkê Rêxistina DAIŞê, Ebû Hemze Qureyşî di peyameke dengî de dibêje: “Weke ku welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bûne yek û rêxistin li Mûsilê û Baxozê dorpêç kirin, niha korona ew li welatên wan bi xwe dorpêç kirine.

Di beşekê ya Peyamê de ser Koronayê axivî,û berdevkê Daişê kêfxweşîya xwe bi wê yekê kir ku qorbanîyên Koronayê li welatên Rojavayî zêde ne.

Balkêşe ku pirranîya mesacê ser Îraqê hatibû tekez kirin, û Hikûmeta nû ya Îraqê wek hikûmetekî Amarîkî binavkir. Û got dê ew êrîşên xwe zêde bikin.

Şopîberên rêxistina Daişê dibîjin ku peyama El-Qureyşî di demekê tê ku Daişê êrîşên xwe li Sûrîyê û Îraqê zêde kirine.

Û xwest di rêya peyamê re moralê çekdarên xwe bilind bike ne xasim piştî derbeya Baxozê. Her wisa dibêje ku ew dê çekdarên xwe di zindanan de azad bike.

Qureşyî amaje bi wê yekê jî dike, ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji bingehên serbazî yên K1, Geyare û Qaîmê, ew dê êrîşên xwe li Iraqê zêdetir bikin.

Hêjaye gotinê ye ku fermandarên HSD û kiwalisyona navnetweyî ya şerê Daişê gotibûn ku Daişê careke din bihêz bû ye, û karîna wê ya pêkanîna êrîşan zêde bû ye.

Li sûrîyê bi taybetî di heyama 10 rojan de Daişê bêhtirî 15 êrîş û hewledanên êrîşan pêkanî, û her wisa HSD bi piştîvanîya Kiwalisyonê 6 oprasyon li dijî Daişê pêkanîn, ku têde mîrên mezin yên Daişê hatin kuştin mîna Walîyê wê rêxistinê li Bexdayê û berpirsê locistîka rêxistina Daişê li sûrî û Îraqê.

Her wisa oprasyona dawî ya HSD û kiwalisyonê şeva roja pênçşemê 6 çekdarên Daişê hatin kuştin, lê nehat naskirin ku yên hatin kuştin çi asta wan bû di rêxistina Daişê de.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_05_229_2020_berdevkê Daişê gefa êrîşan