Êrîşên DAIŞ'ê Û Pirsgirêkên Siyasî li Kerkuk

Arşîv: Kerkûk

Êrîşên ser gundên Kurdan li herêma kerkuk ji aliyê grûbên çekdar di zêdebûnê de ne, Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNK'ê daxwaza vegerîna hêzên pêşmerge û rêvebiriyek hevbeş bo wan herêman dike.

Hêzên Erebên Sunî jî, daxwaza YNK'ê red dikin, di daxûyaniyekê de, roja Sêşemê YNK da zanîn ku hêzên Îraqê şiyanên parastina ewlekariya xelkê herêmê nîne, daxwaza pêkanîna hêzke hevbeş ya pêşmerge û leşkerê Îraqê dike bo wan herêman.

Kurd û Encûmena Erebên Sunî li Kerkuk, hevdu tawabar dikin, her aliyek yê din weke sedema têkçûna rewşa ewlekarî û siyasî ya Kerkuk û herêmên dewrûber dibîne, grûbên çekdar jî, êrîşên xwe zêde dikin, weke nûnerên kakeyî dibêjin, ew bûne qorbana êrîşên grûbên çekdar û heta nihe çendîn gundên Kurdên Kakeyî hatine vala kirin û xelkê wan ji tirsa êrîşan revîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Dilşad Enwer Raporta Ewlekariyê ji Kerkuk 27.06.2018