Piştî Kuştina Polîsan, 1 Berguman Hate Kuştin, 3 Binçavkirî Ne

Rêvebirê polîsên bajarê Dallas radigihîne ku girêdayî gulebarandina ser 11 polîsan, ku 5 j wan hatine kuştin, 3 berguman hatine binçav kirin, yê çarê jî hate kuştin.

Polîsan danûstandinan bi bergumanê çarê dikirin dema wî li pêş garajeke navenda bajêr, gule reşandin ser polîsan. Heta niha nayê zanîn ku berguman xwe kuştiye yan jî ji alîyê polîsan ve hatiye kuştin.

Rêvebirê polîsan David Brown da zanîn ku yek ji bergumanên binçavkirî jin e û yên din jî aniha di bin lêpirsîna polîsan de ne. Wî got ku heta niha peyda nebûye sedema bergumanan ya pêkanîna wan êrîşan çi ye.

Brown bal kişand ku dibe hîn gumanbarên din jî hebin ku tuşî teqekirinê bûne.

Do li Dallas xwepêşandanên aştîyane hatibûn kirin, piştî ku 2 zilamên reş ji alîyê polîsên sipî ve hatibûn teqe kirin û kuştin.