Damezrenêrê Facebook Zuckerberg Serweta xwe Dibexşîne

Damezrenêrê Facebook Zuckerberg Serweta xwe Dibexşîne

Damezrenêrên malpera Facebook Mark Zuckerberg û Dustin Moskovitz dibêjin, wan nîyet heye ku nîva hebûna xwe bibexşînin rexistinên xêrxwaz.

Zuckerberg û Moskovitz li nav 17 Amerîkîyên herî zengîn in, ku pişikdarî li projeya “Giving Pledge” bikin, ku ji alîyê damezrenêrê Microsoft Bill Gates hatibû destpê kirin. Armanca vê projeyê jî ev e ku Amerîkîyên herî dewlemend hinêk ji hebûn û serwetên xwe bidine rexistinên xêrxwaz.

Damezrenêrên malpera Facebook Mark Zuckerberg daxuyandibû ku wî 100 mîlyon dolar bexşandine, jibo rêvebirîya xwendîngehên giştî li bajarê Newark yê New Jersey.