Di Hilbijartina Danîmarka de Çepgir bi Ser Dikevin

Hilbijartina giştî ya Danîmarka bi dawî bû.

Li gor encamên nefermî demokratên sosyal li pêş in û dengê komên dijî koçberan kêm bûne.

Medya Danîmarka dide zanîn ku Partîya Demokrat û Sosyal dê 25 ji sedê dengan bistîne.

Li ber e ku çepgir ji parlamana bi 179 kursî, 90 kursîyan bi dest xin.

Ger demokratên sosyal bi ser kevin, Mette Frederiksen dê bibe serokwezîr.

Bi wî awayî Frederiksen dê bibe serokwezîra jin ya duyê ya Danîmarka