Kurbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) beşdarî û vexwendnameya wezîrê derve yê Îranê Ebas Ereqçî bo lûtkeya Davosê betal kir.
Di daxuyanîya Kurbendê de hat gotin ku, "wezîrê derve yê Îranê beşdarî civîna Davosê nabe. Payîza borî hatibû vexwendin, lê kuştin û tepeserkirinên xemgîn li Îranê di hefteyên dawî de tê wê wateyê ku divê hikûmeta Îranê îsal beşdarî Davosê nebe."
Rêvebira Giştî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cinêvê Hillel Neuer di peyamekê de ji Ereqçî re nivîsand, "Heke hûn vê hefteyê bihên Davosê da ku beşdarî kurbenda Aborî ya Cîhanî bibin, dozgerê Swîsrayê dê we dadgeh bike."
Neuer got, "Rola we wekî fermandarê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî di kuştina girseyî ya bi hezaran xwepêşanderan de tawana li dijî mirovahîyê ye. Li benda girtin, dadgehkirin û edaletê bin."
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di bersiva vexwendnameya Ereqçî de biryara rêkxerên korbenda Davosê a vexwendina Ereqçî şermezar kiribû û gotibû "Vexwendina wezîrê derve yê Îranê bo pêşkeşkirina axiftinekê di kurbendê de, dê weha be ku Hitlert piştî "Kristallnacht" ji bo buneyeke navnetewî were vexwendin."
Di sala 1938’an de, rêberên Nazî rêzekomkujî (zilm û kuştinên girseyî) li dijî Cihûyan li Almanya û deverên din dest pê kirin. Ev bûyer wekî Kristallnacht (Şeva Camên Şikestî) hate nasîn ji ber ku camên şikestî ku piştî wêrankirin û şewitandina dikan, kenîşte û malên Cihûyan li kolanan belav bibû.
Senatorê Komarî Graham nivîsand: "Bila Xwedê xwepêşanderan biparêze. Xwepêşandan dom bikin. Îranê dîsa mezin bikin."