Dayikên Çiyagerên Amerîkî Vedigerin Amerîka

Dîdevan û parêzerekê sê ciyagerên Amerîkî yên li Îranê hatin zîndan kirin dibêjin dayikên ciyageran, wê beyî zarokên xwe vegerin.

Dayikên Shane Bauer, Sarah Shourd û Josh Fattal dê ji Îranê biçin piştî ew roja Înî tevlî kombûneka taybet bûn ligel zarokên xwe.

Karbidestên Îranî her sê çiyager bi casûsîyê tawanbar kirin û got ew bi ne qanûnî ji Îraqê derbazî Îranê bûn.

Endamên malbatên wan dibêjin her sê çiyager bi xeletî ji Kurdistanê li Îraqê derbazî Îranê bûn.

Dayikên wan roja Çarşemê gehiştin Îranê û carek din daxwaz li Tehranê kir ku zarokên wan bi egera mirovayetiyê azad bikin.