11 Leşkerên Sûrî di Teqînekê de li Dêra Zorê Hatin Kuştin

Wezareta Berevanîya Sûrîyê îro Şemîyê ragihand ku 11 leşkerên Sûrî di teqînekê de li bingeheke leşkerî li rojhilatê Sûrîyê hatine kuştin.

Ajansa SANA ya fermî got ku teqîn Înê li parêzgeha Dêra Zorê çêbû, bêyî ku sedema wê diyar bike. Wezareta Berevanîyê jî ti agahî derbarê sedema teqînê neda.

SANA ragihand ku termên hemû leşkerên kuştî li nexweşxaneya niştimanî ya Dêra Zorê bûn û bi rêwresmeke fermî hatin oxirkirin.

Wezareta Berevanîyê di daxuyanîyekê de got ku teqîna Dêra Zorê li jêr vekolînê ye.

Di dema dawî de çend teqînên ji vî rengî li seranserê Sûrîyê pêk hatine. Wekî mînak, destpêka vê mehê, teqînek li embareke çekan li bakurê rojavayê welêt qewimî û di encamê de 14 kes hatin kuştin.

Berî wê bûyerê jî, trimbêlek ku bi teqemenîyan barkirî bû herî kêm pênc kes kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku beşekî mezin ji parêzgeha Dêra Zorê heta destpêka vê salê jî li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demoktratîk bû. Lê piştî şer û pevçûnan ligel hêzên hikûmetê, ew dever û piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê ket jêr kontrola Şamê.